Gendeliya Rojnamevanekî, û forma gendeliya wî
Gendeliya Rojnamevanekî , û forma gendeliya wî
Mahir hesen
Gotinek heye “mirîşka birçî xwe di kewara zad de dibîne” Ev jî kesên ku pozê xwe ber ezmanê hefta ve bilind kirine û xelkê dixapînin û bi razîbûneke qelw û stûr li xwe meyze dikin .
Xwe wek Niştîmanhez û dilşewatê doza xwe dinerin, lê belê ev berevajî ye çimkî ew piştgiriya sîxurên ku xwe gij û tûj kirine li hemberî Kurdayetî.
Lewma bi kîn û nefretan jî li himber Ragihandinek kurdaytî li ser lep û linga rabûne û ketina nava hewldanekî ku bibin asteng di rêya zelalkirina rastiyê de .Ew derewa dikin, ji bo bighin armancên xwe yên qirêj her rêyekî kar tînin û ya herî dawî devdirêjî li ser Kenala ARK de vedireşîn .
Îcar bi zaravayên xwe û bi taybet di peydakirin û bikaranîna gotin şêt û peyvên gemar ber bi ARK-TV ve hatin û ew bingeha di warê pêwist de ku ARK-TV li ser wê xwe derxist holê dixwzin biherifînin.
Di vî warî de xwedî finasên xerab û kargerînên veşartî bi devê xêrnexwzan nûçeyan, an jî daxuyanîyan wek mesaj didin , û ew jî bo Projeyên netewê nav kurdan de pêk neynin û newin , pêşberî Kenalên Xemxwarê êş û azar û netewa kurd li ser lingan digirin û destkevtinên wa reş û hilweşînin û hewlên xwe li ser zerarek mezin bigihînin van Qenalan dikin .
Ew tawanbar û karanîna li dijî ARK-TV şermezariyeke û sûcdariyek derewîn e û dijberî rastiyê dike, ji bo xapandina wêneyê wê, yên ku destnîşan kiriye li gorî daxwaz û mafên kurdên li Kurdistana Sûrî.
Ji ber ku xuyaye, ARK-TV kariye xwe bigihîne dîmenên medyayê bi awayekî rasterast , û di qada medyayê de bûye pêşbazek girîng, û ew bêhêvîbûna gelek pirsgirêk û pelên qirêj yên dijî Kurdan derxistiye holê buye sedema ku rastî êrîşên çepel were .
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
1159