Kurdekî Efrînî li Lubnanê hat kuştin

Kurdekî Efrînî li Lubnanê hat kuştin

May 12 2020

ARK NEWS... Li welatê Lubnanê, welatiyekî Kurd ji xelkê bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hate kuştin bê ku sedemên kuştina wî werin naskirin.

Jêdereke nêzîkî malbatê ji Dezgeha ARKê re ragihand ku, welatiyê bi navê Yûsif Xalid beriya çend rojan li Lubnanê hate kuştin.

Jêderê serbar kir ku ta niha sedemên kuştina wî nehatine naskirin.

Ciwanê Kurd Yûsîf Xalid ji gundên navçeya Raco ya Efrînê ye, xêzandar e û bavê du zarokan e, ji sala 2013an ve, li Lubnanê penaber bû.

Ş.E

428