Hevpeymaniya Niştimanî civîna xwe ya asayî li dar xist

Hevpeymaniya Niştimanî civîna xwe ya asayî li dar xist

Sep 07 2019

Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist, dawîn pêşhateyên meydanî û siyasî girêdayî bi doseya Sûriyê, taybet reweşa mirovî li Idlibê û nerîna Hikûmeta Sûrî demkî, û pêvajoya destûrî, naveroka civînê bûn.

Duh roja Înê 6.9.2019 Desteya Peywendyên Derve ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê û bi amadebûna Serokê hevpeymaniyê civîna xwe bi Nûnerên welatên hevalbend re li dar xist, têde tawanên cengî yên Rijêma Esed û alîgirê wê li navçeyên kêmkirina asta şer li bakurê Sûriyê hatin nemayiş kirin.

Di civînê de Serokê Hevpeymaniyê Enes El'ebde behsa pştguhkirina civaka navdewletî ji erkê xwe re beramberî parastina sivîlan li Sûryê kir, û daxwaz ji nûnerên welatan kir ku bi hikûmetên xwe re kar li ser rawestandina piroseyên leşkerî bi temamî bikin.

Ji aliyê xwe ve Ebdirehman Mustefa Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî behsa pilana nû ya karê hikûmeta demkî kir, û amaje bi pêwîstiya wê pilanê ji piştgiriyê da bikve di xizmeta sivîlan de li navçeyên rzgarkrî, kir û got wê bandoreke erênî li ser çespandina nişteciyan bike, û derbederan handanî vegrînê bo navçeyên wan bik.

Herweha di wê civînê de Cîgrê Serokê Hevpeymanyê D.Ebdilhekîm Beşar behsa rewşê li Rojavayê Kurdistanê kir , serbarî pirojeya Hevpeymaniya Niştimanî derbarî birêvebirina wê navçeyê.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê komîta Danustandkara Sûrî Nesir Elherîrî, pêşhateyên pêvajoya siyasî û nûçeyên li ser nîzîkbûna despêkirina komîta Destûrî ji karê xwe re behs kirin, herweha tekezî li ser giringiya bicihanîna biryaryên navdweletî, di despêka wan de daxuyaniya Cinêv û biryara 2254.

N.H

558