Hunermend Se’îd Gabarî, kelecaniya dilxweşiyan li nav dilan da der
Hunermend Se’îd Gabarî , kelecaniya dilxweşiyan li nav dilan dader.
Mahir Hesen
Vê sibhê , rêwitiyeka Êşeke dirêj bi xembarî em dîsa çûme û bêdengiyek kûr û dûr hawir dor li me kir guhdariyeka biqsûr . Hunermendê me yê Xwedê jê razî Se’îd Gabarî yê ji rojavayê welêt ku her Tayek ji nexweşî û azara me ji rengekî, û her rengek ji diyariya xemgîniyekê bi hostetî di honand bar kir bê Oxir . Û herî zêde ketibû bêzaveke bêwestandin bo lihevanîna peyvan bi jiyanê re , erê ne tenê kesûkar û hezkirîyên wî di koça bilbilê dilşadî de giriyan , deşt , newal , çiya , avahî , kavil , Bajar û Gund rondik rijiyandin bi dilmelûlî .
Hunermend Se’îd Gabarî hemî jiyana xwe bo huner û folklorê kurdî xerc kir, û di vî warî de bû stûyekî bilind û asê . Di kûratiya dilê Hunermend S. Gabarî de rojên reş û zehmet û teng û jarî û belengazî û bin pê kirina mirovanniya kitibûn û bandoreke zaf dana ser jiyan û ramanê wî , û bêqidoşiya Kurda her êş û elem tev xwe anîn û afirandin û li deverê belav bûn, ku ev yek bû sedem ku hizrek giran û adab kirtî di dilê wî birjiye , û hizra Welatparêziyê hemberî niştîman û azadiyê û rizgariyê da hatin guherîn
Nemir bi awazên xwe yên zîz , hez û xweşiyê bo nifşê nû peyda kir , weku li vî dunyayî çawa em bê şens û bê behrin ji dewletiyê , em ji hestên wisa bilind û xweş û bi keyf neman , ku bi dengên hunermendên mîna Se’îd Gabarî di dilê nifşê berê , û yê niha , û yê bê çand û tovê xweşî û ken belav kir . bi vî rengî wî jan , êş û eleman, kelecaniya dilxweşiyan li nav dilan dane der .
Kurtejiyana Se’îd Gabarî
Ew di sala 1956-an de li gundê Xirabê Kejê li ser parêzgeha Hisica li Kurdistana Sûriye hate dinê , di heşt saliya xwe de çavên xwe winda kir û spî bûn , di sala 1970-an de wî dest bi karê xwe yê hunerî û di sala 1980-an de beşdarî nav refên Pêşmergên bû d- Piraniya stranên wî ji hêla helbestvanên binav û deng mîna Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj bûn , ku nêzîkî 4.712 stran hene . Di 1967an de fêrî instruma tembûrê bû û di sala 1969-an de wî şahiya yekemîn li darxist . Xwedê jê razî Se’îd Gabarî ji hêla karûbarên ewlehiya Sûrî ve hat girtin û îşkence kirin . Vê sibhê 04/05/2020 li beytexta Herêma Kurdistana Iraqê koça dawî kir . Jiyana Se’îd Gabarî jiyanek mişt xebat e, 51 sal ji temenê xwe di warê huner û peyva Kurdî de bir û qedand .
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
1002
