ENKSê teqîna Efrînê şermezar kir: Karekî terorî û newêrek e
ARK... Îro 29ê Nîsana 2020, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê teqîna terorî ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê belav kir, tê de ew teqîn bi karekî terorî û newêrek bi nav kir û banga derxistina çekdaran kir.
Di daxuyaniya ENKSê de hatiye: Roja Sêşemê 28ê Nîsana 2020, teqînek terorî û newêrek bi rêya otombêleke bombirêjkirî, navenda Efrînê li bazareke gelerî hejand, di encamê de bi dehan ji sivîlan navbera jiyanjidestdanê û birîndarbûnê de bûne qurbanî.
ENKSê serbar kir: Ew tawan di berdewaniya bipêkirinên tund di dermafê şêniyên Herêma Efrînê li ser destê endamin ji girûpên çekdar bi mebesta çandina tirsê di nava xelkê û neçarkirina derbiderbûnê û desteserkirina mal û milkên wan, tê.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de herwiha tekez kir ku bi tundî teqîna terorî û aliyên li paş wê şermezar dike di heman demê de, dûbare banga xwe ji Civaka Navdeweletî, û aliyên berpirs yên navdewletî û girêdayî bi rewşê ve, nû dike ku çespandina vegera derbiderên Efrînê bi aramî bo ser mal û milkên xwe, û derxistina çekdaran ji bajar û gundan, û rêveberiya herêmê vegerînin ji xelkê wê re, herwiha alîkariya wan ji birêvebirina karûbarên xwe û bidawîanîn êş û azaran û rêzgarkirina wan ji tundûtûjiya terorîstan bikin.
Ş.E
276