8 rewşên nû bi koronayê li Kurdistanê hatin tomarkirin
Apr 28 2020
ARK NEWS... Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistan duh 27ê Nîsana 2020, pêketina çend rewşên nû bi koronayê ragihand.
Wezareta Tendirustiya Kurdistanê, di daxuyaniyekê de tekez kir ku 8 rewşên nû bi koronayê hatin tomarkirin.
Heman wezaretê ameje pê kir ku ji wan rewşan: 5 li Hewlêrê ne, û 3 jî li Silêmaniyê ne.
Beriya du rojan yekem rewş di nava penaberên Rojavayê Kurdistanê de, ji nişteciyên kampa Dare Şekranê hatibû tomarkirin.
Ş.E
324