Li Hewlêr bêtir 540 hezar derbiderên Iraqî û 128 hezar penaberên R. Kurdistanê hene
Feb 04 2019
ARK NEWS .. Parêzerê Hewlêrê hijmara derbiderên Iraqî û penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Hewlêrê dimînin eşkere kir.
Di kongireke Rojnemevanî de li Taxa Ên Kawa li bakûrê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê parêzerê Hewlêrê Newzad Hadî hijmara derbiderên Iraqî û penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Hewlêrê dimînin eşkere kir, û got ku bêtir ji 540 hezar derbderên Iraqî û 128 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi cî bûne.
Navbûrî tekez kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan û pêdivyên rojane pêşkêşî wan dike .
536
