Efrîn... Çekdaran jineke Kurd teror kir
Apr 22 2020
ARK NEWS... Li gundekî navçeya Şiyê, ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, beriya çend rojan tawanek di dermafê jineke Kurd biteman de hate encamdan.
Jêderên xwecihî ji Efrînê ragihandin: Di 18ê Nîsana 2020 de, çekadarên Weqas jina Kurd ya bi navê Fatimê Kinê li gundê Hêkêçê xeniqand, û zêrên wê jê dizîn.
Heman jêderê tekez kir: pîştî pêkanîna tawanê heman çekdaran dest bi girtina 4 zarokên wê kir, da ku nûçeya tawanê belav nekin.
Ev ne tawana 1ê ye, lê ji dema desteserkirina Turkiyê û girûpên çekdar ji Efrînê re, bi sedan tawan hatine encamdan bê ku sînorek were danîn.
Ş.E
585
