Emerîka: Me 9.6 milyar Dolar alîkarî pêşkêşî Sûriyê kirine

Emerîka: Me 9.6 milyar Dolar alîkarî pêşkêşî Sûriyê kirine

Aug 13 2019

Balyozxaneya Emerîkî li Şamê di daxuyaniyekê de ku li ser tora xwe ya civakî belav kiriye daye zanîn, Emerîka ta niha mezintirîn welat e ku alîkariyên mirovî pêkêşî Sûriyê kirine.

Daxuyaniyê daye zanîn jî, ji destpêka kirîza Sûriyê û ta niha 9 milyar û 6 milyon Dolar alîkarî pêşkêşî Sûriyê kirine. Ew alîkarî ji bo tevahiya Herêmên Sûriyê ne û ji kelûpelên xwarin, av û pêdiviyên tenduristî pêk tên.

Li gor daxuyaniyê, bernameya alîkariyên Emerîkî piştgîriya aramiya li bakurê rojhilarê Sûriyê dike, ku elektirîkê ji bêhtir ji milyonek kes re dabîn kirine, jêrxaneya ku xizmeta 300 hezar kes dike nûjen kirine û 143 dibistan ku wê 25 hezar zarok ji wan sûdmend bin ji nû ve avakirine.

Herwiha diyar kir jî, Emerîka bi hevrêziyê li gel Hevpeymaniya Navdewletî bêhtir ji 80 milyon Dolar pêşkêşî bakurê Rojhilatê Sûriyê kirine, ji bo jinavbirina çekan li navçeyên ji DAIŞê hatine rizgarkirin û pûçkirina mîn û bombeyan.

534