Malbatên ji êrîşa Turkiyê reviyane li Kurdistanê 18 hezar derbas kir

Malbatên ji êrîşa Turkiyê reviyane li Kurdistanê 18 hezar derbas kir

Dec 10 2019

ARK NEWS .. Roj bi roj, hijmara penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber şerê dawiyê reviyane, li Herêma Kurdistanê, berev bilindbûnê ve diçe, li gor amarên fermî duh Sêşemê 10ê Berçileya 2019an, 61 penaber gihiştin Herêma Kurdistanê, û bi wê yekê hijmara giştî 18 hezar derbas kir.

Navenda Hevbeş ya Kirîzan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser rûpela xwe li tiwîterê da zanîn ku ta îro Sêşemê hijmara giştî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê gihişt 18120 penaberî, ji wan 61 duh gihiştin herêmê

Piraniya malbatan li kampa Berdereşê, ku dikeve parêzgeha Duhokê bi cî dibin, herwha hin malbat li kampa Giwêlan hatin bicîkirin.

Êrîşa Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bû sedema derbiderbûn û penaberbûna bi sedê hezaran ji şêniyên resen, bi taybet ji Serê Kaniyê û Girê Spî, li şûna wan de, girûpên çekdar cihê xwe girtine .

Ş.E


436