Fermandar Mezlûm Kobanê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir

Fermandar Mezlûm Kobanê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir

Apr 12 2020

ARK NEWS... Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demoqrat QSDê, Mezlûm Kobanê, îro 12ê Nîsana 2020î, spasiyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

Mezlûm Kobanê Fermandarê QSDê, di tiwîtekê de spasiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê, li ser şandina du teqîgehên eşkerekirina vayrosa koronayê ji bo Rojavayê Kurdistanê, kir.

Kobanê herwiha di tiwîta xwe de tekez kir, ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi lezîtî û camêrî, banga wan bi cî anî, û teqîgeh şandin ji bo rûbirûbûna petaya koronayê.

Mezlûm Kobanê Fermandarê QSDê spasiya hewlên berdewam ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve jî kir.

Ş.E

631