Endameke PDK-Sê li Qoştepe çû ber dilovaniya Xwedê
Apr 08 2020
ARK NEWS... Li kampa Qoştepa ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, îro 8ê Nîsana 2020î, endameke Partiya Demoqrata Kurdistan _ Sûriya, ji ber nexweşiyekê çû ber dilovaniya Xwedê.
Şêrîn Simo, dayîka Kenan, ji ber kirîzeke dil di nexweşxaneyeke Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê de koça xwe ya dawiyê kir û çû ber dilovaniya Xwedê.
Navbûrî endama Encûmena Xwecihî ya Rêxistina Qoştepe ya Partiya Demoqrata Kurdistan _ Sûriyê bû.
Ji ber rewşa niha û rêkarên xweparastinê û qedexekirina hatûçûnê, Şêrîn Simo li goristana Qoştepe bi xakê hate spartin, û termê wê ji bo zêdê wê nehate veguhestin.
Ş.E
497