'Tirkiyê dest danî ser amûrên henasedanê yên Spanyayê'

'Tirkiyê dest danî ser amûrên henasedanê yên Spanyayê'

Apr 05 2020

ARK NEWS.. Vîrusa koronayê ku li aliyekê bi lez belav dibe li seranserê cîhanê û bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan, li aliyê din jî dibe sedema krîzan di navbera welatan de.

Yek ji van krîzan jî di navbera Tirkiye û Spanyayê de li ser amûrên henasedanê rû da.

Wezîra Derve ya Spanyayê Arancha González duh diyar kir ku amûrên henasedanê ku wan kirîne ji aliyê Tirkiyê ve tên ragirtin û rê nayê dayîn ku ji wî welatî bên derxistin.

Gonzalez ragihandibû ku Tirkiyê hinardekirina amûrên tendirustî di çarçova pêdiviya rûbirbûna vîrusa koronayê de sînordar kiriye û got, “Em hêvîdar in ev rewş di demek nêz de bê çareserkirin.”

Li gor nûçeya El Paisê, Berdevkê rêveberiya xweser a Castilla-La Mancha, aşkere kir ku wan bi bihayê 3 milyon euro, 150 amûrên henasedanê ji Tirkiyê kirîne lêbelê, hikûmeta wî welatî biryar daye ew amûr bo maweyê 2 hefteyan li ser sînor bên sekinandin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku, wî peywendiyeke telefonî li hevtaya xwe pêk aniye û red kir ku Tirkiyê dest danîbe ser ti amûrên tendirustî.

Çavuşoglu got, “Ji 94 welatan daxwaza 41 amûran heye. Ne mumkun e em van hemûyan dabîn bikin” û diyar kir ku ji Spanyayê jî lîsteyeke dirêj a bo amûrên tendirustî gihiştiye destê wan û got ku ew nikarin wan daxwazan hemûyan dabîn bikin.

Li aliyê din Wezîra Derve ya Spanyayê Arancha Gonzalez Laya jî di daxuyaniyeke nû de, aşkere kir ku pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Gonzales di daxuyaniya xwe de, Tirkiye weke ‘dost û hevbeş’ binav kir û got ku Tirkiyê biryar daye amûrên henasedanê bo Spanyayê bên şandin.

González diyar kir ku radestkirina amûrên henasedanê ku du rêveberiyên xweser li Spanyayê ji Tirkiyê kirîne bi derengî ketiye û got ku Tirkiye pêşiyê biryar daye wan ji bo nexweşên li welatê xwe bikar bîne, lê li ser pêdiviya bilez a li Spanyayê biryar daye wan amûran bişîne.

Li gor amarên hikûmeta Spanyayê, heta niha li wî welatî 126 hezar û 168 kes bi vîrusa koronayê ketine, 34 hezar û 219 kes baş bûne û 11 hezar û 947 kesan jî canê xwe ji dest dane.

334