Mesrûr Barzanî di pîrozbahiya Ekîto de bangek şand

Mesrûr Barzanî di pîrozbahiya Ekîto de bangek şand

Mar 31 2020

ARK NEWS... Bi helkefta hatina serê sala Balilî Ekîto, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nameyek pîrozbahiyê belav kir. Naveroka nameyê weke di rûpela fermî de hatiye belavkirin ev e:

Bi minasebeta hatina sersala nû ya Babilî( Aşûrî- Kildanî) û cejnên Ekîto pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Kildanî, Aşûrî û Sûriyanî li herêma Kurdistanê û cîhanê dikim.

Hêvî dikim sala xêr, xweşî û derbas kirina ev rewşa dijwar be ku jiber belav bûna Koronayê û bandora vê ya abûrî, rastî herêma Kurdistan û cîhanê hatiye.
Daxwaz ji tevahiya aliyan dikim pêbendî tedbîr û şîretên tendirostî bin daku bi hevkariya tevahiya aliyan bikaribin ev rewşa han ya dijwar derbas bikin.

Herêma Kurdistanê mînakeke geş ya bihevre jiyana aştiyane ya olî û etnîkiye ku cîhê şanaziya me ye, hikûmeta herêma Kurdistanê tekez li ser pêbend bûna xwe ya bo parastina mafên tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane dike.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
31.3.2020

325