Şehîd Qazî Mihemed
Şehîd Qazî Mihemed
Mahir Hesen
Yek ji serwerên Kurdan , Serokê Komara Mihabat , Pêşewa Qazî Mihemed di 73 -emîn salvegera şehadeta wî de
Şehîd Qazî Mihemed di sala 1946-an de wek yekemîn serokê dewleta Kurdistan hat destnîşankirin
Qazi Mihemed di sala 1901-an de li bajarê Mahabadê ji dayik bûye. Bavê wî Qazî Ali kurê Qasim Mirza Ahmad e, û diya wî ji êleke navdar e "Fayd Allah Bek" e li Mukarian.
Qazi Mihemed yek ji kesayetiyên berbiçav di dîroka Kurd de tête nasîn , ji ber ku wî çandek fireh û xebatek bêwest û rêça azadî peyda kir û hem ji ber zîrek û têgihştina wî diwarê ol û Feqiha Islamî de jî , bi zimanên Erebî, Tirkî, Farisî, Frensî û zanebûna Engilîzî û Rusî jî bilî zimanê wî yê dayikê diaxifî , û her wiha kesayetiya wî ya pak û dilnimz û bi dilovanî bo hemî xelkên welat û netewên din jî . Qazî bi rûmeta xwe, bi cesaret xwe û bi bîr û baweriya xwe bi têkoşîna ya ji bo bidestxistina di derbarê mafên jiyan û hewcedarî û rizgariya gelê xwe bi awayekî rewa hatiye berbiçav
Tevî Qazî Mihemed ji malbatek dewlemend û maldar bû a li deverê , ev yekê ne kir sedem ku ew ji êşên gelê xwe dûr bikeve, û têkiliyên wî bi nêzîkên di navbera feqîr û belengaz de paşguh bibe, û dilovaniya wî ji bo bicîhanîna pêdiviyên wan û alîkariya wan di çareserkirina pirsgirêkên wan û xelaskirina qeyranên wan de, rê neda ku ew li wan guhdarî neke
Her wiha banga belavkirina xwendin û çandê di nav kurdan de dikir , da ku li dijî zordestî û neheqiya ku li wan dibe bi xwendinê were hilan û rakirin .
Di jiyana xwe de Qazî Mihemed xemgîniya êşên gel kişand û kotekî û barbar û neheqiya ku li ser tevahiyê Kurdan çêdibe rawestiya .Ji ber vê yekê, wî hemû dem û bala xwe di berjewendiya Kurdan de da û li pêşeroja wan û jiyana wan de ne tenê li herêma Mahabad, lê di tevahiya Kurdistanê de û Deverên ku kurd lê dijîn.
Di salên 1930-an de, Qazî Mihemed beşdarî rêxistina "Xweybûn " bû, ya ku di 1927an de bi alîkariya Ihsan Nûrî Paşa li Bakurê Kurdistanê têkoşîn dimeşand.
Di sala 1944an de, rêxistinek kurdî bi navê "Komela alahîyaa Kurd" hat damezirandin, ku rê ji damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê li ranê re vekir, ku Qazî Mihemed yek ji damezrênerên wê bû.
Bernameya vê partiyê ew bû ku azadî , xweseriya ji bo Kurdistanê di nav sînorên Iran de dixebitî , û mafên hemî kêmneteweyên ne Farisî bidest bixe.
Di 12/16/1945, di nav xelk û welatiyên xwe de li meydana Mahabad, û di merasîmek berferh û mezin de, û di wê roja dîrokî de Qazî Mihemed ragihand ku herêma Kurdan ji hukûmeta Tehranê were veqetandin , û alaya hikûmeta Tehranê ji sazî û dibistanan hat hilandin û li şûna wê ala Kurdistanê bilind kirin.
Di 22-ê cilapaşî ya 1946-an de hat ragihandin ku Komara Kurdistanê, di nav şert û mercên teng û tevlihev de ava bibe, û Partiya Demokrat a Kurdistana ieanê pêşengiya wê bike, û bajarê Mahabadê bibe paytexta komara ciwanan.
Li pêşberî cîhanê û di navbenda mezintirîn meydanê de , Qazî Mihemed wek serokê yekem ê Komara Kurdistanê hate hilbijartin, û nûnerên ji hemû deverên Kurdistanê di van pîrozbahiyên guncan de amade bûn.
Piştî ku serok Qazî axaftina xwe da, ala kurdistan bibrengê xwe yê bedew , û cara yekemîn di dîroka kurdî de hate bilind kirin, û bernameya têkoşînek berfireh a komarê hate dest pê kirin.
Xewna rewa di damezrandina dewleta nûjen a kurdî li ser axa bav û bapîra hemû pêkhateyên netewên cuda cihên xwe têde digirin bê bandorek nigetîv li kesayetiya yekî jî bike, û yan jî li welatên derdorê bike.
Bi wayekî fermî Dibistan bizimanê Kurdî hatin vekirin, çapemenî û şano hatin damezrandin, û kurd ketin jiyana nû , û bi welatên cîran re têkiliyên bazirganî saz kirin.
Jiyana Komara Kurd ne dirêj bû, ji ber ku Qazî Mihemed hewl da ku bi hikûmeta Tehranê re di derbarê têkiliya Komara Kurd de wek desthilatek xweser bi hukumeta navendî re danûstandinê bike, lê Iran ew yek red kir û goftogo qebûl nekir û bi kampayanek leşkerî ku bi zordestî tevgera demokratîk li Kurdistana Iranê şikand, û bi piştgiriya amerkî û ngilîziyan komar ji holê rakir , û rêvebirin û serweriya xwe li ser herêmê danî .
Di 30ê Adara1947an de, piştî darizandina dade, serokê komarê, Qazî Mihemed, û bi dehan wezîrên Kurd li meydana Mihabad, bi darvekirinê hatine şehîd kirin .
Serok Qazî Mihemed şehîd bû , lê raman û fikrê azadî, maf û serxwebûnê di bîra gelê kurd de zindî ma, ku berdewam û tekoşîna xwe didomînin da ku azadiya xwe bidest bixin û bigihîjin daxwazên xwe yên rewa yên mirovî heya roja îro.
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
957