Tenduristiya Sulêmaniyê: 12 kesên din ji hilgirên koronayê bi ser xwe ve hatin

Tenduristiya Sulêmaniyê: 12 kesên din ji hilgirên koronayê bi ser xwe ve hatin

Mar 27 2020

ARK NEWS... Jêderên fermî li Herêma Kurdistanê duh 26ê Adara 2020î, ragihandin ku 12 kesên din ji hilgirên vayrosa koronayê çê bûn û dê vegerin malên xwe.

Li gor Tenduristiya Sûlêmaniyê: 12 ji welatiyên ku tûşî koronayê bûbûn, piştî ku ketin di bin çavdêriya tendirustî de, ji vayrosê rizgar bûn û çê bûn.

Li Herêma Kurdistanê 103 kes hilgirê vayrosê korona ne, 39 kes piştî ketin di bin çavdêriya tendirustî de çê bûn û ser xwe ve hatin.

Herêma Kurdistanê tundetirîn rêkar û tedbîrên rêgirîkirina li berbelavbûna vayrosê standine, yek ji wan rêkaran ragihandina qedexekirina hatûçûnê ta 1ê Nisana 2020î.

Ş.E

539