Sulêmaniyê... 9 kesên din ji hilgirên veyrosa koronayê çê bûn
ARK NEWS... Jêderên fermî li Herêma Kurdistanê îro 23ê Adara 2020î, ragihandin ku 9 kesên din ji hilgirên veyrosa koronayê çê bûn.
Li gor malpera Bas News li ser zarê Rêveberê Tenduristiya Sûlêmaniyê Sebah Neseredîn, belav kiriye: 9 ji welatiyên ku tûşî koronayê bûbûn, piştî ku ketin di bin çavdêriya tendirustî de, ji vayrosê rizgar bûn, û bieyar e îro vegerin malên xwe.
Li Herêma Kurdistanê 76 kes hilgirê vayrosê korona ne, 12 ji wan îro serê sibehê hatin ragihandin.
Herêma Kurdistanê tundetirîn rêkar û tedbîrên rêgirîkirina li berbelavbûna vayrosê standine, yek ji wan rêkaran ragihandina qedexekirina hatûçûnê ta 1ê Nisana 2020î.
Ş.E
383
