Mesrûr Barzanî: Tawana li serê me de hatiye kirin birîneke kûr e

Mesrûr Barzanî: Tawana li serê me de hatiye kirin birîneke kûr e

Mar 16 2020

ARK NEWS... Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi boneya derbasbûna 32 salan bi ser kîmyabarankirina bajarê Helebçeyê peyamek belav kir. naveroka nameyê ev e:

Îro 32 sal bi ser kîmiyabarankirin û komelkujiya bajarê Helebceyê re ku beşek bû ji siyaseta genocidekirina gelê Kurdistanê, derbas dibe

Ev tawana mezin ya ku li hember netewa me hate kirin, birîneke kûr e di dîroka gelê Kurdistanê de û nîşaneya ev stemkarî û zordariye ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û berxwedana gelê me ye, tevahiya hewlên xwe bo xizmetkirina zêdetir ya kesûkarên şehîd û enfalkiriyan bi tevger dike.

Lazime ev bîranînên terajedîk me zêdetir han bidin bo yekrêzî, yekgirtî û karkirina hevbeş bo zalbûn bi ser tevahiya karesat û rewşên dijwar de.

Serê rêz û newazişê bo canê paqêj ya şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
16.3.2020

274