Lotkeya sêalî ji ber koronayê dê li ser torên civakî were lidarxistin

Lotkeya sêalî ji ber koronayê dê li ser torên civakî were lidarxistin

Mar 16 2020

ARK NEWS... Biryar e siba roja Sêşemê 17ê Adara 2020î, her yek ji Serokê Frensa, Serokomarê Turkiyê û Rawêjkara Elmanyayê doseya Idilbê û pirsa penaberan û hin mjarên din gotubêjbikin.

Ajansa Anadol ya nûçeyan ragihand, ku biryarbû roja Sêşemê wate 17 vê mehê lotkeyek sêalî navbera Îmanwêl Makron Serokê Frensayê û Ancêla Mêrkil Rawêjkara Elmanya û Receb Teyib Erdogan derbarê Sûriyê li Enqerê hatiba encamdan lê ji ber veyrosa Korona ew letkeya sêalî di navbera hersê serokan de li Enqerê nayê lidarxistin, lê belê wê hersê serok mijarên xwe bi taybet pêşhateyên Idilb û pirsa penaberanbi rêya Vîdeo gotubêjbikin.

387