Gelo Tramp hilgirê veyrosa koronayê ye? Şon Konlî bersivê dide

Gelo Tramp hilgirê veyrosa koronayê ye? Şon Konlî bersivê dide

Mar 15 2020

ARK NEWS... Pizîşkê taybet yê Serokê Emerîkayê Donald Tramp, duh roja Şemiyê 14ê Adara 2020î, encamên pişkinînên Tramp eşkere kir.

Şon Konlî, pizîşkê taybet yê Serokê Emerîkayê Donald Tramp ragihand ku encamên pişkinînên Tramp neyênî ne, wate ne hilgirê veyrosa koronayê ye.

Beriya ku Konlî encaman eşkere bike, Serokê Emerîkayê ragihandibû ku pişkinîn ji xwe çê kiriye, ji ber ku bi şandeke Berazîlî re civiya bû û dihate gûmankirin ku rastî nexweşiya koronayê bûye.

Ş.E

399