Çekdarên El`emşat hejmarek welatiyên kurd li gundewarê  Efrînê revandin

Çekdarên El`emşat hejmarek welatiyên kurd li gundewarê Efrînê revandin

Jan 15 2024

Li Efrîna rojavayê kurdistanê kiryar û binpêkirinên komên çekdar dermafê welatiyên kurd de berdewam in, herî dawî çekdaran jimareyeê kes li navçeya Şêrawa revandin.

Jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku çekdarên girûpa El`emşat jimareyek welatiyên kurd ji gundê Kurzêlê yê ser bi navçeya Şêrawa ve li gundewarê Efrîna rojavayê kurdistanê revandin û berev cihekî nediya ve birin.

Jêderê da zanîn ku li himber serbestberdana wan , çekdarên El`emşat daxwaza 5000 dolarê Emerîkî kirine.

Li grrê heman jêderê ev helmeta girtinê hat piştî redkirina xelkê gund ji dana bacên sepandî li ser wan ji aliyê heman girûpa çekdar ve.

101