Efrîn .. Nerazîbûneke giştî li dijî girûpa El`emşat li navçeya Şiyê dirust bûye

Efrîn .. Nerazîbûneke giştî li dijî girûpa El`emşat li navçeya Şiyê dirust bûye

Jan 09 2024

Bi sedema berewamiya sepandina bacan li ser welatiyên kurd ji aliyê girûpên çekdar ve nerazîbûneke geştî li navçeya Şiyê li Efrîna rojavayê kurdistanê dirust bûye.

Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku sepandina bacan li ser welatiyên kurd ji aliyê girûpa çekdar ya bi nave El`emşat ve li navçeya Şiyê li Efrînê berdewam e, û ev yek nerazîbûnek giştî li cem welatiyan dirust kiriye.

Jêderê da zanîn grûpa El'emşat 10 hezar Dolarê Emerîkî weke bac li ser xwedanê guvajgehên zeytûnan li navçeya Şiyê sepandiye, û kesê bacê nade rastî lêdanê tê, serbarî birîna bi sedê darên zeytûnan li heman navçeyê.


292