Xêrxwaziya Barzanî pêşbirkek ji bi dehan jin re li Domîz 1 li dar xist

Xêrxwaziya Barzanî pêşbirkek ji bi dehan jin re li Domîz 1 li dar xist

Nov 22 2023

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêşbirkeke amedekirina Xwarinê li kampa Domîz 1 ya penaberan li sînorê parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê li dar xist.

Dezgehê îro 22ê Mijdara 2023yan, li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de ragihand, ku wê bi hevkariyê li gel dezgeha (Lemon Tree), di 21ê mehê de, pêşberkeke amedekirina Xwarin û şêraniyê li kampa Domîz 1 li dar xist.

Serbar kir, ku 54 jin di pêşbirkê de beşdar bûne, di dawiyê de, hatin xelatkirin, xelatên diravî jî li ser kesên yekem, duyem û sêyem hatin belavkirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedan pêdiviyên taybet re peyda dike

274