Serok Barzanî serxweşî li Îbrahîm Biro kir

Serok Barzanî serxweşî li Îbrahîm Biro kir

Feb 29 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî nameyek sersaxiyê ji Ibrahîm Biro re şand. Naverok ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Îbrahîm Biro Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Yekîtiya Kurdistanê Sûriye

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xanima Estêre ya xuşka we ya birêz gihîşt me. Serxweşiyê li we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)



Mesûd Barzanî

27.02.2020

446