N.Y daxwaza rawestandina şer ji Turkiyê, û Rûsiyê kir
Feb 16 2020
ARK NEWS... Netewên Yekgirtî daxwaza rawestandina şer li bajarê Idilbê dike.
Berdevkê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stîvan Docarîk daxwaz ji Sûriya, Turkiya û Rûsya kir, ku şer li Idilbê rawestînin .
Herwiha navbûrî daxwaza gehiştina alîkariyên mirovî bo parêzgeha Idilbê kir.
Devera kêmkirina asta şer rastî êrîşeke tûnd ji aliyê rêjîma Sûriyê û hevalbendê wê yê Rûsî tê ku di encama wê êrîşê de bi sedan ji sivîlan bûne qurbanî û bi sedê hezaran ji welatiyên deverê derbider bûne û berev deverên sînorî ve çûne.
399