Tel Me'rûf... Di şewata malekê de, 2 jinan jiyana xwe ji dest da

Tel Me'rûf... Di şewata malekê de, 2 jinan jiyana xwe ji dest da

Feb 13 2020

ARK NEWS... Di encama şewata malekê de li gundê Til Me'rûf yê Rojhlatî Başûrê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê du kesan ji wê malbatê jiyana xwe jdest da.

jêdereke taybet ji gundê Til Me'rûf da zanîn, ku roja Sêşemê 12. 02. 2020, nêzî demjimêr 2 berbanga sibehê agir girte mala welatiyê bi navê Ehmed Hac Temo û di encama wî agrî de dayîka bi navê Fatme Umer û keça wê Ezîze Melek şewtîn û jiyana xwe ji dest dane .

herwiha tîma agirkujî ji Qamişlo hatine gund û agir vemrandin lê ta ku gihiştin, mal hatibû şewtandin û qurbaniyan jiyana xwe ji dest dabû.

li gor jêderê daxuyanî ta niha sedemên vêxistina agir nehatine tekezkirin.

462