Çekdar ji gundekî Cindirêsa Efrînê derket (VÎDIYO)
Feb 05 2020
ARK NEWS... Karwaneke din ji girûpên çekdar, bi otombêl û çekên xwe ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê derketin, û berê xwe dan herêmên şer tê de rû didin.
Li gor perçe vîdiyoyekê de, belav bû, diyar dibe ku girûpên çekdar ji gundê Kefir Sefrê yê Cindirêsa Efrînê, berev Helebê û Idlibê ve diçin.
Jêderên xwecihî ji Efrînê tekez dikin ku, beriya niha çend karwan ji Efrînê derketibûn.
Ji dema operasyona Rûsiyê û rêjîma Sûriyê li ser Idlibê û Helebê dest pê kiriye, çekdar bi hawar herêmên şer neçûn û bi binpêkirinên xwe li Efrînê û herêmên mertala Feratê de, mijûl bûn.
Ş.E
881
