Helebê ... Çekdarên PYDê dermansazek revand
ARK NEWS .. Li taxa Eşrefiyê ya Helebê, çekdarên PYDê dermansazekî Kurd revand, tevî derbasbûna du heyvan li ser revandina wî, lê hîn jî tu agahî li ser tune ne.
Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya, li Lubnanê duh, 30î Çileya 2020î, belav kir: Ji beriya du heyvan ve dermansaz Xêredîn Îbo yê ji gundê Meydankê yê ser navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve, ji aliyê PYDê ve li ser rêbendeke taxa Eşrefiyê hatiye revandin.
Heman jêderê da zanîn: tevî hevjîna wî lêgerîn û lêpirsîn li cem asayîşa PYDê li herdu taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd kiriye, lê tu agahî bi dest xwe ve nexistin.
Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya tekez kiriye ku dermansazê Kurd li cem asayîşê ye, û nahêlin tu kes wî bibîne ya jî seredanê bike.
Taxa Eşrefiyê yek ji taxên Helebê ye, piraniya nişteciyên wê Kurd in, û di bin destê PYDê ye.
Ş.E
587
