Penaberekî Kobanê li Iraqê jiyana xwe ji dest da

Penaberekî Kobanê li Iraqê jiyana xwe ji dest da

Jan 27 2020

ARK NEWS … Îro, 27ê Çileya 2020î, li bajarê Tekrîtê yê Iraqê, penaberekî Kurd di dema kar de, jiyana xwe ji dest da.

Jêdereke nêzîkî malbatê ji ARKê re ragihand: Penaberê Kurd Ehmed Mihemed Nesan, ji ber kontakeke elektirîkê, li Tekrîtê, jiyana xwe ji dest da.

Nesan ji dayîkbûyê 2001ê ye, ji gundê Zuxirê yê Kobanê ye. Ji sala 2016an ve, li Herêma Kurdistanê penaber e, û li taxa Daretû ya Hewlêrê, niştecî bû.
Penaberê Kurd, Ehmed Mihemed Nesan, di karê lêdana bîran de ango hevare de kar dikir.

Biryar e, termê wî ji bo Hewlêrê were veguhestin, da ku li goristana Kesnezan bi axê were spartin.

Ş.E

355