Efrîn.. Piştî 9 mehan ciwaneke kurd ji girtîgeha çekdaran serbest hat berdan
Keceke 27 salî piştî 9 mehan ji girtîgeha çekdaran li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê serbest hate berdan.
Li gorî jêderên xwecihî, roja Înê 5 Tîrmeha 2024an, keca kurd a bajarê Efrînê, ya bi navê Fehîme Hemalîko ya 27 salî ji girtîgeha çekdaran li Efrînê serbest hat berdan.
Fehîme Hemalîko, di 28 Gulana 2023an de li gel Ebdo Gênco Xemîs yê 37 salî, û Mehemed Mistefa Hajî yê 30 salî ji aliyê polîsên leşkerî ve li gundê Hisê yê navçey Mabeta hatibûn girtin.
Li gorî jêderê, ew bi tometa karkirinê li gel Rêveberiya PYDê dema ku li Efrînê desthilatdar bû, hatine girtin.
Beriya naha jî, ew çendîn caran hatine girtin û hember dayîna peran hatin berdan, lê vê carê Ebdu Gênco Xemîs nehatiye berdan.
226
