Lafrov:

Lafrov: "QSDê li hember pereyan DAIŞê serbest berdide"

Jan 18 2020

ARK NEWS .. Piştî piroseya serbestberdana terorîstên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê, ku di dema dawiyê de bi sedan hatin berdan, Wezîrê Derve yê Rûsiyê ragihand ku Rûsiya vekolînê ji agahî û zaniyariyên ku dibêjin QSDê li hember pereyan, terorîstên DAIŞê serbest berdide, dike.

Daxuyaniyên Sêrgî Lefrof, Wezîrê Derve yê Rûsiyê, di çarçoveya kongireke rojnamevanî derbarê amarên karên Wezareta Derve ya sala 2019an de hat, û serbar kir ku rûbirûbûna terorê li Sûriyê ji karên pêşîn yên Rûsiyê ne, û çareserkirina kirîza Sûriyê di qonaxên xwe yên dawiyê de ye.

Navbûrê ameje pê kir ku, derdora 10 hezar ji terorîstên DAIŞê li Rojhilatê Ferêt de hene, û ew ji nûçeya ku dibêje QSDê li hember nirxekî destnîşankiriî, terorîstên DAIŞê serbest berdide, vekolîn û lêpirsînê dike.

Piştî rizgarkirina bajarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê, bi hezaran ji terorîstên DAIŞê bi malbatên xwe ve ketin bi destê QSDê de, ji wê demê ve, bi navbênkariyên êlên ereban herwiha di bone û helkeftan de, girtiyên DAIŞê têne serbestberdan, û ew yek bûye cihê dilgiranî û nerazîbûna aliyên xwecihî, û hin aliyên navdewletî.

Ş.E

386