Perlemana H.Kurdistanê daxwaza rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê kir
ARK NEWS .. Perlemana Herêma Kurdistanê duh êvarê 09ê cotmeha 2019an, daxwaza rawestandinek bilez ji êrîşa Turkiyê re kir, û vexwend ji bo diyalogekê ji bo çareserkirina pirisgirêkan kir.
Serokatiya Perlemanê Kurdistanê got , ku ew bi dilgiraniyeke mezin çavdêriya derbasbûna Turkiyê ya leşkerî ji bo nav hejmarek bajarên Rojavayê Kurdistanê dike û daxwaza çareserkirina pirisgirêkan bi rêya giftûgoyan kir.
Di daxuyaniyekê de serokatiya Perlemanê Kurdistanê got, ku dever di rewşeke hestiyar re derbas dibe, û hîn şerê terorê bi dawî nehatiye, û ew dibînin ku ew êrîş tu çareseriyan ji pirsgirêkan re pêşkêş nake û wê derfeta aştiyê dûr bixe .
Perlemana kurdistanê herwiha Civaka Navdewletî vexwend ji bo hemû karînan bi karbînin ji bo bidawîanîna wê êrîşî
532
