Malbatên 8 efsrên Kurd daxuyaniyek belav kir
ARK NEWS ..Îro, 16ê Çileya 2020î, Malbatên her 8 efserên revandî, daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kirin ku, her heşt efser li gel rêheval û ajokarê wan di rêkefta 18 Nîsana 2013an, li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatine revandin.
Daxuyanî weha dest pê kiriye: Di dema dawiyê de axaftin li ser nêzîkbûneke Kurdî Kurdî, û yekhelwêstiyê bi bangekê ji fermandarê QSDê Mezlûm Kobanê zêde û berbelav bûye, diviyabû çarenivîsa revandiyan bihate diyarkirin, û serbetbedan, lê QSDê daxuyaniyek belav kir, tê de ragihand ku, her 10 revandiyên ku ENKSê banga diyarkirina rewşa wan kiriye, weke qurbaniyên şer binav kiriye.
Daxuyaniya malbatên efserên Kurd aniya ziman ku, ew wek malbatên efseran û rêheval û ajorkarê bi wan re - ku li ser destê PYDê di 18 Nisana 2013an de, li ser sînorê Iraq û Sûriyê li gundê Siwêdiyê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, hatin revandin, û ji hemû partiyan ve hatin paşguhxistin, û ENKSê xwe ji da aliyekî- ew wek malbatên wan nameyekê li fermandariya QSDê, di serî de Mezlûm Kobanê re dişînin, ku nêzîkbûna ku bang lê hatiya kirin, nêzîkbûneke siyasî navbera du aliyên siyasî de ne, wate TEV DEM û ENKSê, û divê Mezlûm Kobanê wek leşkerkî, dest bi yekrêziyê ji serbestbedana revandiyên leşkerî ku ji aliyê QSDê ve hatine revandin, dest pê bike, piştre bang li aliyên siyasî bike da ku nêzîkbûnek û rêxweşkirinekê navbera herdu aliyan de biafrîne.
Efserên kurd ev in:
Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye
Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye
Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye
Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye
Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye
Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye
Tevî derbasbûna nêzîkî 7 salan li ser revandina wan, lê hîn jî tu daxuyanî ji PYDê ve dernekatiye, û tu agahî û zaniyarî li ser çarenivîsa wan tune ne.
Ş.E
672
