PDK-Sê li Nêmsayê dê semînarekê li dar bixe

PDK-Sê li Nêmsayê dê semînarekê li dar bixe

Jan 15 2020

ARK NEWS .. Rêxistina Nêmsa ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê , semînareke siyasî derbarê rewşa Kurdistana Sûriyê û pêşhateyên dawiyê bi rêk xistin kiriye, û vexwendinek di vê derbarê de belav kiriye .

li gor vexwendina rêxistina Nêmsa ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya semînar dê roja Şemiya bê 18ê vê mehê demjimêr 2 bi dema Nêmsayê û 4 bi dema Hewlêrê li Viyênayê were pêşkîşkirin.

Semînar dê bi rêveberiya Ebdulkerîm Hacî endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û berpirsê Nûnertiya Ewropa ya ENKSê were pêşkêşkirin û vexwend giştî ye.

522