ENKSê mijara yekrêziyê li Qamişlo gengeşe kir

ENKSê mijara yekrêziyê li Qamişlo gengeşe kir

Dec 28 2019

ARK NEWS .. Duh roja Înê 27ê Berçileya 2019an Emîndariya Giştî ya Encûmana Niştîmanîya Kurdî li Sûriyê, bi serokatiya Serokê Encûmanê, û Desteya Serokatiyê li bajarê Qamişlo yê Rojanayê Kurdistanê civiya.

Civîna Emîndariya ENKSê, bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, hin nûnerên Yekîtî, û serbixweyan bi rê ve çû.

Di civînê de dawîn pêşhate li Sûriyê, û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin .

Herwiha Encûmanê destpêşxeriyên yekrêziya gotara siyasî ya Kurdî di wê dawiyê de, û rewşa rêxistinî ya taybet ya Encûmanê jî behs kir .

389