Hewlêr pêşwaziya 2020î dike (WÊNE)

Hewlêr pêşwaziya 2020î dike (WÊNE)

Dec 26 2019

ARK NEWS .. Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, amedekariyên pêşwaziya salan nû, her salekê ji sala par cuda û ciyawaztir in.

Îsal jî, ji bo pêşwaziya sersala nû 2020î, şêniyên Hewlêrê ketine amedebaşiyê de, her cihek bi vêxistina çire û roniyan, kolan û taxên xwe xemiladine.

Xemilandina cihan bêtir, li Kela Hewlêrê, ku li nava bazara bajêr e, herwiha kolanên sereke, mol, û markêtên mezin, bi çireyên xwe, kolan û taxan ronî kirine.

Her sal Hewlêr, bi rengekî cuda pêşwaziya serê sala nû dike, di serê salê de jî, aheng têne lidarxistin, û hunermendên navdar ahengan germ dikin.

Ş. E

756