5 sal li ser şehîdbûna efserekî Pêşmergeyê Roj re derbas bûn
Dec 23 2019
ARK NEWS .. Roja Şemiyê 21ê Berçileya 2019an, 5 sal li ser şehîdbûna efserekî Pêşmergeyê Roj di şerê rûbirûbûna rêxistina DAIŞa terorîst de, derbas bûn.
Şehîd Raid Rifet Ferhan Têlo efserê Pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dayîkbûyê Bakurê Kurdistanê ye, di 21ê Berçileya 2014an de, li bereya Şingalê di şerê rûbirûbûna rêxistna DAIŞa terorîst û berevaniyê di ber xaka Kurdistana pîroz de, giyanê xwe kire qurbanî û şehîd ket.
Ji destpêka damezrandina xwe ve, Leşkerê Roj bi dehan şehîd û birîndar ji bo parastina kurd û Kurdistanê, bi merdî pêşkêşkirine û dastanên dîrokî jî tomarkirine.
468
