Serê Kaniyê.. Teqînekê rû da kuştî û birîndar hene
Dec 05 2019
ARK NEWS .. Duh roja Çarşemê 4ê Beçileya 2019an, li Rojavayê Kurdistanê teqîneke tund bajarê Serê Kaniyê hejand, di encamê de ziyanên canî û madî ketin.
Jêderine xwecihî derbarê wê teqînê de dane zanîn, ku ew teqîn di rêya otombêleke bombirêjkirî de hat encamdan, û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 6ê din jî birîndar bûn.
Bajarê Serê Kaniyê piştî operasyona Turkiyê ketiye li jêr destê hêzên Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser ve .
486
