Daxuyaniyek ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê

Daxuyaniyek ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê

Dec 05 2019

ARK NEWS .. Êrîşa Da’îş ya li ser lîwayekî Pêşmergeyê Kurdistanê li Xaneqîn, piştî zincîrek kirdarên terorîstiya yek li dawiya yekê van çend mehên derbasbûyî ya li navçeyên dewrubera Kerkûk û Germiyanê, selmênerê wê rastiyêye ku Da’îş bi dawî nehatiye û hê jî êrîşê li ser aramî û asayîş, şerê li navbirina wê dijminê sersextê mirovayetiyê hê jî berdewamiya xwe heye.

Em di demek da silav ji bo giyanê pakê wan şehîdên nemir re dişînîn ku li têkşikandina êrîşa Da’îş da canê xwe ji destdan û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndarên xwe dixwazîn û destxweşiyê li Pêşmergeyên xwe yên qehreman dikîn. Hemwelatiyên Kurdistanê piştrast dikîn ku hêzên Pêşmerge û hêzên çekdarên dinê Kurdistanê wekî herdem li amadebaşiyêdane ji bo bersîvdan û têkşikandina her livandineke terorîstan û parastina xelk û axa Kurdistanê ji her metirsiyek de.

Careke din jî tekez li wê yekê dikîn ku Da’îş hê jî gefe li ser aştî û asayîşa Kurdistan û Iraq û navçe û cîhanê, piştrastîn ew rêxistina terorîstî mijulî xwe rêkxistin û derfet derxîstina ji rewşê ya ji bo berfirehkirina karên xwe yên terorîstîne. ji bo wê yekê jî pêwîste Hevpeymaniya Dijî Da’îş bi heman helwestên berê de berdewam bê û rê nede terorîst ji rewşa nebaş ya Iraq û navçeyê wekî derfet bibînin, hewlên xwe yên ji bo zûtir dawî anîna rewşa têkçûyiya Iraqê û vegerandina aramiyê de bidin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
05.12.2019

322