ENKSê banga serbestberdana hemû girtiyên xwe dike

ENKSê banga serbestberdana hemû girtiyên xwe dike

Dec 03 2019

ARK NEWS .. Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê roja Yekşemê 1/12/2019 girtina çekdarên PYDê ji Siûd Mîrza Îsa endamê xwecihiya ENKSê li Dirbêsiyê şermezar kir , û ev jî naveroka wê daxuyaniyê ye :

Hevdemî ku serkirdeyên PYDê daxwaza yekrêziya kurdî dikin girûpeke çekdar ser bi PYDê ve Siûd Mîrza Îsa endamê Şepêla Pêşeroja kurd li Sûriyê û endamê xwecihiya ENKSê li Dirbêsiyê girt û, ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di daxuyaniyê de got, ku hevdemî şermezarkirina van girtin û kiryarên li dijî mafê mirovan, ku di hemî peyman û rêkeftinên û piransîpên mirovî û navdewletî de hatine, herwiha dûr ji rewştên kurdî ne, em daxwazê ji PYDê dikin bilez hemî girtiyên siyasî, û çalakvanên nerînan ji zindanên xwe serbest berde .

Herwiha daxuyaniya ENKSê bang li PYDê kir dev ji kiryarên xwe berde, ku ew kiryar xizmeta doza kurdî di vê qonaxa hestiyar de, ku gelê kurd li Kurdistana Sûriyê tê re derbas dibe nakin.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê roja Yekşemê di malpera xwe ya fermî de ragihand, ku çekdarên PYDê Siûd Mîrza Îsa endamê xwecihiya wê ya Dirbêsiyê ji roja Çarşemê 27. 11. 2019an ve, revandiye û çarenivîsa wî ne diyar e

Tevî rewşa metirsîdar û şer û pevçûnên ku Rojavayê Kurdistanê têre deras dibe, hîn jî PYDê li ser heman kiryar û binpêkirin û siyasetên xwe derheqê gelê kurd , endam û kadrên ENKSê rişd û berdewam e, û hemî bang û daxwazên gelê kurd li Kurdistana Sûriyê binpê dike û berûvajiyê bang û daxwazên, ku serkirdeyê wê bixwe radighînin tên .



419