Teqînekê Efrîn hejand

Teqînekê Efrîn hejand

Nov 29 2019

ARK NEWS .. Îro, roja Înê, 29ê Mijdara 2019an, teqînek li navenda Efrîna Rojavayê Kurdistanê çê bû, di encamê de ziyanên mezin ketin.

Li gor agahiyan ku teqîn li nêzîkî Diwara Newroz çê bû.

Tevî ku hîn ziyan nehatine eşkerekirin, lê li gor perçe vîdyoyên hatine belavkirin, ziyanên mezin gihiştine mal û milkên welatiyên Kurd. Herwiha di heman dîmenan de diyar dibe ku, dûyê agirê li ser avahiyan de bilind bûye, û dengê otombîlên hawarçûnê li cihê bûyerê dihatin bihîstin.

S. E

473