Zanistî dergehê pirsa Kurd e
Zanistî dergehê pirsa Kurd e
Mahir Hesen
Ji hezarên salan ve ye ku Raperînin kurdan û bihemî serpêhatiyên xwe ve di malzaroka rewşeke awarte dipijiqin û di katekî bêpare de ji dayîk dibin . her wiha ji nav şoreşên îro û yên beriya xwe û yên li pey xwe kurdan ne li gorî hêvî û xwestekên xwe mafên xwe bidest ve anîne . Kurdan tu carî ji pêşiyên xwe sûd ne girtine û ne ji şaşiyên wa fêr bûne , her derfetên zêrînî ji dest xwe berdane .
Her yekê ku bi şopandina Mêjûyê ve mijûl bibe , digihêje rasteqîna dagîrkerên pêxwas ku hevtêkiliyên wa bi awakî xurt û asê bazirganiyê bi kurdan dikin û bi buhrîna zeman re ev yek geş dibe , lê her kurdan xwe nas nekirine û xwe ne sipartine . Dive ji zana û nezana re , ji piçûk û gira re were gotin herî zêdebarî ku di sala 1916’ê de, û bi encama rêkeftina “Sykes–Picot” Kurdistan parçe bû, ku dagîrkerên Kurdistanê hewl dan e ji wê demê ve ku nasname û şaristaniya Kurdî di hemû waran de û zanyariyên dîroka kurdistan winda bikin . Ev ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve , dijminê me tim bizave li ser herişandin û tunekirina ziman û kevneşopiyên me , û Efrîna kurdistanî wek nimûneyek tevaya kevneşopiyên wê têne dizî û talan û wêran kirin .
Tevî ku pêvajoyek zehmet derbas dikin , siyasta xwe naguharin û ya xerîb jî ewe ku ev yek ji aliyê xwendevan û rewşenbîran ve nayê dîtin û wek tiştek asayî tê dîtin , û dibêjin ne ji sinc û perinsîpên wa ye ku hember rewşenbîrên ereb û tirk û faris gotinên kurdayetî bikarbînin û di verhengên wan ew yek tuneye , tenê mirovahî dikin !
Di doza rizgariyê de divê di serî de kurd kesayeta xwe nas bike, zane bike û bi bîr û baweriyên xwe , xwe bi hêz bike . Ger kurd bi xwe bawer bin ê van taybetmendiyana pêk bînin. Dive ku kurd rojane xwe perwerde bike û li gor lebat û tevgera dijimin gava xwe bavêje , dijminên me pirin , û bi çekan jî em nikarin wî bin bixin . Em nikarin wî bi lêdaneke hêsan jî bikujin , tenê bi xwendin û zanebûnê em dikarin tola xwe rakin , û ew dagîrkerên ku li ser vîna me, ango li ser aştiya me dijîn wê têk biçin .
996
