Civîna ENKSê di roja sêyem de berdewam e

Civîna ENKSê di roja sêyem de berdewam e

Nov 23 2019

ARK NEWS .. Ji roja Pênşemê 21ê Mijdara 2019an ve, Serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ne, û di civînên xwe de berdewam in.

Di yekem roja civînên de, Serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, bi endamên Komîta Derve ya Encûmanê, û herd nûnerên kurdan di komîta destûra Sûriyê ya nû de, Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya PDKSê, û Kamîran Haco endamê Polîtbîroya heman partiyê PDKSê, di cvînan de ne.

Li gor zaniyarên Dezgeha ARKê, Serokatiya ENKSê dê di civînên xwe de rewşa siyasî ya ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibin, gotûbêj bikin.

Ev sêyem roj e, ji civînên ENKSê li Hewêlrê.

Ş.E

319