Kobanê .. Ji derencama êrîşeke Turkiyê de Şehîd û birîndar ketin
ARK NEWS .. Îro roja Pêncşemê, 21ê Mijdarê 2019an, balafirên Turkiyê gundekî navbera Kobanê û Girê Spî de bombebaran kir, di encamê de şehîd û birîndar ketin.
Jêdereke taybet ji nav Kobanê ji dezgeha ARKê re ragihand: Êrîş li ser gundê Qurunfilê hate encamdan, di êrîşê de, 3 ji welatiyên sivîl şehîd bûn, û 2 jin birîndar bûn.
Heman jêderê da zanîn: Yek ji birîndaran, herdu lingên wê hatin birîn, herwiha ya din jî lingeke wê hatiye birîn, û birînên wan giran e, ji bo nexweşxaneya Munbicê hatin veguhestin, da ku çareya xwe ya tenduristî dibînin.
Gundê Qurunfilê, dikeve Başûr Rojhilatê Kobanê, û Rojavayê Girê Spî, niha jî di bi destê QSDê de ye.
Ş.E
308