7 sal in Hecî Îsa û hejmareke kurdan bi destê D.A.I.Şê şehîd in

7 sal in Hecî Îsa û hejmareke kurdan bi destê D.A.I.Şê şehîd in

Aug 26 2023

Îro 7 sal li ser şehîdbûna Hecî Îsa û hejmarek ji welatiyên kurd li ser destê rêxistina DAIŞa teror re derbas dibin.

Di 7 Hizêrana 2014an de ciwanê kurd Hecî Îsa ji aliyê DAIŞê ve li gundê Ricêman yê bajarê Kobanê hat revandin, ji bo zîndanên DAIŞê li Girê Spî, Reqe û Babê hat birin.

Di 26ê Tebaxa 2016an de perçevîdiyoyek de ku li ser torên civakî hat belavkirin tê de rêxistina DAIŞê hejmarek ji welatiyên kurd şehîd kirin di nav wan de Hecî Îsa jî hebû.

Di 1ê meha nehan de termê wî li Reqyê hat dîtin û ji bo zêdê wî li gundê Bîr Nasirê yê bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê hat veguhestin.

Tevî nemane DAIŞê, ta niha bi sedan ji welatiyên kurd û ereb ku bi destê wê rêxistinê revandî bûn, ne diyar e.

237