Bogdanof : Navên komîta destûrî yên destnîşankirî li ser hatiye lihevkirin

Bogdanof : Navên komîta destûrî yên destnîşankirî li ser hatiye lihevkirin

Jan 29 2019

ARK NEWS .. Cêgirê wezîrê derve yê Rûsiyê ragihand ku navên komîta destûrî ya Sûriyê yên hatine destnîşankirin li ser hatiye lihevkirin.

Mîxaîl Bogdanof Cêgirê wezîrê derve yê Rûsiyê da zanîn ku tevî Netewên Yekgirtî ameje bi guhertina hin navên nûnerên civaka sivîl yên pişniyarkirî kiriye lê navên hatine destnîşankirin ki ser hatiye lihevkirin .

Navbûrî da xuyakirin ku Netewên Yekgirtî ji Moskoyê xwest ku hijmarek ji navên beşê siyem ya taybet bi civaka sivîl biguhere lê welatê wî ew daxwax bi matmayî dît .

Bogdanof herwiha eşkere kir ku navên hatine eşkerekirin ji aliyê rêjîma Sûriyê û opozisyonê ve hatiye pejrandin, tevî wê yekê jî mijara damezrandina komîta destûrî ne zehmet e .

Ş.E

658