Penaberên Berdereş û Giwêlanê yên nû 16 hezar derbas kir

Penaberên Berdereş û Giwêlanê yên nû 16 hezar derbas kir

Nov 12 2019

ARK NEWS .. Berpirsê ragihandinê li Borda Karûbarên Mirovayetiyê li parêzgeha Duhokê got, ku amara penaberên Rojavayê Kurdistanê yên navên wan li beşê tomara Borda mirovatiyê hatiye tomarkirin gihiştiye 14700 penaberî.

Salm Se'îd, berpirsê ragihandinê li Borda Karûbarên Mirovayetiyê li parêzgeha Duhokê ragihand, ku li kampa Berdereş heta niha 14700 penaberên Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin ji wan jî 1500 penaber ji kampê derketine , û li kampa Gewêlan jî heta 2000 penaberî hatine tomarkirin, û jimareya giştî ya penaberan yên li sînorê parêzgeha Duhokê hatine tomarkirin gihiştiye bihtir ji 16000 penaberî .

Herwiha Salim S'îd got, ku Rêveberiya kampa Berdereş ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve tê birêvebirin .

365