Serê Kaniyê .. Çekdar malên sivîlan talan dikin
ARK NEWS .. Girûpên çekdar di desteserkirina mal û milkên welatiyên sivîl li Serê Kaniyê û Girê Spî de berdewam in, her girûpek beriya girûpa din derbasî taxekê yan gundekî bibe, ji malbata xwe yan kesûkarên xwe re, malan talan dikin û desteser dikin .
Çalakvanan li ser torên civakî hin wêneyên nû ji diziya girûpên çekar ji malên sivîlan re belav kirin. Li gor wêneya ku ji Serê kaniyê belav bûye tê de diyar dibe ku, çekdarên El Mûtasem malên sivîlan li jêr navê mexcûz ango desteserkirî, nêzîkbûn qedexe ye, herwiha peyve malbat, li ser dîwarê mal ji xwe re nivîsandine, da ku tu girûpek din wê malê nebe .
Li aliyekî din malper û rûpelên ser bi girûpên çekdar ve, wêneyên nivêja Înê li gundekî Girê Spî belav kirin, ku fermandarên leşkerî jî wek Yaser Ebdulrehîm û hin fermadarên din beşdar bûn, lê piştre diyar bû ku ew gund ya Tenûze ye, û li Rojhilata Girê spî dikeve, cihê ku tê de nivêj kirine ne mizgeft bû, lê belê mala welatiyekî sivîl e, ji ber şerê dawiyê ji mala xwe derketiye, û bi cî hiştiye .
Ji bilî wê yekê hijmarek binpêkirin hatine belgekirin, ku girûpên çekdar bi bê cûdahî û ciyawazî navbera Kurdan û ereban de kiryarên xwe pêk tînin û di dema girtina ser malan de hurmeta mal û binpê dikin û destdirêjiyê dikin .
Ş.E
539
