PDK-Sê alîkarî pêşkêşî penaberên kampa Berdereşê kir
Oct 30 2019
ARK NEWS .. Şandeke Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Duşemê 28ê Cotmeha 2019an, serdana kampa Berdereşê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê kir, û sepetên xwarnê bi ser wan de dabeş kirin.
Şanda PSK-Sê ji endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Dr. Ehmed Melek û çend endamên komîteyên herêmî û şaxî pêk dihat.
Bi hemahengî bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ew alîkarî hatin dabeşkirin.
Bo latînî : Ş.E
818
