Serok Barzanî sersaxî ji malbata Hacî Derwîş re xwest
ARK NEWS .. Bi boneya koçadawiya Abdulhemîd Hacî Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbat û hevxebat û hevalên xwedê jêrazî kir.
Nameya Serok ev e :
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata birêz Abdulhemîd Hacî Derwêş
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Abdulhemîd Hacî Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriye gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn de, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbat û tevahiya hevxebat û hevalên xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kak Abdulhemîd bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
24.10.2019
665
